Break newsNûçeslide

Hevbendî ligel ENKS ê dicive û workşopa doseya Kurdî û fidralîzmê dinirxînin

Yekîtî Media 19/7/2016

Desteya serokatiya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê û ENKS’ê, roja duşemê li Stembolê lihev civiyan, û di hevdîtinê de fayîlê dirustkirina hikûmeta demkî hat gengeşekirin û herwiha behsa giringiya wê yekê hat kirin ku ew hikûmet pêwîst e rengvedan be ji ketwarê  Sûriyê re, û nûnerên hemû pêkhateyan têde hebin.

Herwiha pêwendiya Hevbendiyê digel ENKS’ê di civînê de hat gengeşekirin, û giringiya pêşvebirina vê yekê da her geraviyek nemîne, tevî gengeşekirina rewşa siyasî ya niha û pêdawîstiyên wê.

Herdu aliyan bi hevre karê Workşopa hevpeyvînê ya duhî karê xwe li ser “fayîlê kurdî û ferdalîzmê” li bajarê Stembolê bi dawî kir, ya ku li rojên 15- 17 Tîrmeha 2016 an, bi destpêşxeriya desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û bi pişkdariya girûpek ji siyasetmedar û akadîmîstên Sûriyê hatibû encamdan nirxandin.

Ev workşop hat ji ber ku miletê kurd rolek xwe ya mezin heye di dîrok û hebûn û paşeroja Sûriyê de, û doza kurdî dozek herî niştimanî ye, û pêwîst e çareseriyek demokratîk û daddar jê re bête dîtin, û mafê gelê kurd di destûrê de bê misogerkirin, li ser piransîpê yekparçebûna Sûriyê, û bi armanca avakirina têgihiştinek hevbeş li ser binyatê hevpeyvînek erênî.

Ji aliyê xwe ve beşdarbûyên workşopê bal kişandin ser wê yekê ku her ji destdanîna rêjîma Esed destê xwe li ser desthilatê di sala 1970 an, riftar ligel pirsa kurdî hatiye kirin ligor berjewendiyên rêjîmê û siyaseta wê ya derve û bi awayê ku bitenê xizmeta siyasetên wê yên navxweyî bike û çêkirin û belavkirina nakokî û cudahiyan, û bikaranîna wan pêkhateyan li gor pêwîstiya wê bi wan.

Herwiha di hevdîtinê de amaje û tekezî li ser rola gelê kurd ya kartêker her ji destpêka şoreşê û serhildana cemawarî ya aştîxwaz bi rêka rêxistinên ciwanan hat kirin, û tevgera siyasî ya kurd li çalakiyên ciwanên xwe xwedî derket û ev bû hokarê bihêzbûna xwepêşandanan bi awayekî karatir.

Di hevdîtinê de hevpeyvîn li ser gelek babetên ciyawaz yên karê workşopê bi rihê berpisyaretiya niştimanî hatin kirin, û ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, soza wê yekê da ku hin workşopên diyalogê yên din dirust bike, ji bona wirdekariyên zêdetir li ser heman mijarê, ji bona dirêjîpêdana pevguhertina lênêrînan, da bigehêjin têgehên ramangerî yên hevbeş yên pir giring in ji bona yekîtiyê ji hemû xelkê Sûriyê re.

Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button