Break newsNûçeslide

Independent: Kurdên Bakur û Rojava li hemberî DAIŞê bûn yek

Hewlêr – Rojnameya Independentê ragihand ku, kurdên Bakur û Rojava li hemberî êrişên çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) bûne yek hêz.
Nûçegîhan a rojnameyê Isabel Hunter di nûçeya xwe de, nêrînên Ehmedê 23 salî yê ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê wiha anî ziman:
“Mirov dibêje qey wan madeyên hişber bikar anîne. Bi sedan kes bihevre êriş dikin. Em wan wekî miyan dikujin lê belê roja paştir dîsa li hemberî me derdikevin.”
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku piştî serkeftina DAIŞê ya Iraqê wan berê xwe daye Kobaniya li sînorê Tirkiyeyê û kurd jî wî bajarî diparêzin.
Hunter dibêje, “Dengên çek û topên li aliyen Kobaniyê diteqin, li Tirkiyeyê jî tên bihîstin.”
Herwiha Hunter radigihîne ku, “Kurdên Bakur û Rojava li hemberî metirsiya rêxistina DAIŞê sînorê Tirkiye-Sûriyê ji xwe re weke astengiyê nedîtine û bûne yek.”
Li gorî Hunter, eger DAIŞ Kobaniyê bi dest bixe, ew ji bo wan dê bibe serfiraziyeke mezin, lewra kontrola sînorê Tirkiyeyê jî dê bikeve destê wan.
Kobanî ciranê navçeya Pirsûs a Rihayê ye û tevayiya gelê wir jî kurd in. Hêjmara bajêr berê derdora 70-80 hezarî bû. Lê belê bi encamên êrişên DAIŞê hêjmara Kobaniyê gihîştiye nêzikî 500 hezarî.
Rojnameya Independent ku navdartirîn rojnameya cîhanê ye, li Britanyayê tê weşandin.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button