Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî li Kerkûkê bi hêzên Pêşmerge re civiya

Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Kerkûkê serdana hêzên Pêşmerge kir û got, pêşmerge xwe feda dikin ji bo ku gelê Kurdistanê azad û serbilind bijî.

Barzanî, îro li Kerkûkê serdana hêzên Pêşmerge yên li devera Dozê kir û bi wan re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di civînê de cejna Remezanê li hemû hêzên Pêşmerge pîroz kir û got, min erka xwe zanî ku di roja yekem a cejna Remezanê de serdana we bikim û li şûna hemû gelê Kurdistanê cejna we pîroz bikim û spasiya we bikim.

Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman ku pêşmerge niha dîrokê ava dike ev jî şerefeke mezin e. Barzanî berê xwe da pêşmergeyan û wiha axivî: “Hûn xwe feda dikin ji bo ku gelê Kurdistanê azad û serbilind bijî.”

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xebata pêşmerge wan baweriyên xelet ên ku dibêjin baweriya kurdan bi xwe tine, vala derdixe çimkî erka pêşmerge erkek pîroz e û gelê Kurdistanê jî gihîştiye qonaxeke pir baş û serkeftin jî pir nêzîk bûye.

Di vê serdanê de Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir û gellek berpirsên leşkerî û siyasî yên Herêma Kurdistanê bi Barzanî re bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button