Break newsHevpeyvînslide

Ibrahîm Biro: Hevpeymaniya Navdewletî Dixwaze Rêxistina Daiş Li Kobanê Kom Bike Û Wê Bişkîne

1- Civaka navdewletî hewldanana çareseriyeke siyasî ji bo sûriyê dike, weke destpêşxêriya Stîvan Dî Mistora û serdana Bogdanof ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re, di nerîna we de rewşa sûriyê berû ku ve diçe?

Bogdanof tiştekî nû li cem tune bû, û destpêşxêriya Dî Mistora ne zelal e û tiştekî diyar radestî Hevbendiyê nekiriye , Sûriya hewcedarî destpêşxêriyekê ji civata navdewletî ye, şert û mercên wê ku bê Esed be, ji bilî wisa wê kirîz li Sûriyê berdewam be.

2- Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di nava nakokiyan de dijî di dema dawiyê de, sedemên van nakokiyan çi ne, û hêvî heye nakokiyên xwe di vê qonaxê de çareser bikin?

Raste nakokiyên Hevbendiyê hene, ji ber ew ne xwedî pirojeyeke niştimanî ye, ew piranya dema xwe di guhertina dezgehan û serokên Hevbendiyê de derbas dike, û dive em ji bîr nekin ku destên herêmî di nava hevbendiyê de hene, û ew sedema serke ye ji nakokîyan re .

3- Serokê Hikûmeta Demkî “Ehmed Tu`ima” endamên hikûmeta xwe ya nû pêşkêşî civata Hevbendiyê ji bo pesendkirinê kirin bêyî kû nûnerên ENKS hayên wan jê hebe. hûn vê yekê çawa dibînin?

Dema ku Hevbendiyê xwe amade dikir ji bo damezrandina hikûmetê, nakokiyên wan zêdetir bûn, û bûn du beş, di wê demê de ENKS li kêleka herdiwan jî nesekinî û xwest dûrî nakokiyên wan bimîne, û hewl dan ku wan bighînin hev, lê negiheşt tu encamê, di wê qonaxê de beşê Ehmed Tu`ima karî bû 50 ji sedî ji endamên hevbendiyê amade bike di civatê de û hikûmeta xwe damezrîne.

4- berî çend rojan ENKS nûnerên xwe ji bo Lêvegera Siyasî destnîşan kirin, gelo ev lêveger wê rol û bandora wê di warê piratîkî de hebe?

Belê ENKS nûnerên xwe ji bo Lêvgera Siyasî destnîşan kirin, û civata lêvegerê ya yekemîn li darket û ez lê amadebûm wek nûnerkî ENKS, civat baş bû, lê ji bo aktîvkirina wê du xalên sereke hene divê bicî bibin weke Girêbesta Civakî û avakirina hêzeke leşkerî hevbeş.

5- şerê ku li devera kobanê dibe dirêj kir û ne diyare ji her kesî re kû çawa dibe. gelo hûn dikarin rewşa wir bidin xuyanî kirin?

cihê Herêma Kobanê stiratîcî ye ji rêxistina Daişê û ji Hevpeymana navdewletî re jî, Daiş bi hêzeke mezin êrîş birin ser Kobanê da destê xwe deyne ser wê herêmê, û kurdan bişkîne û xwe bighîne sînorê Turkiyê , Hevpeymaniya Navdewletî jî naxwaze ku şer li Kobanê bidawî bike û dixwaze rêxistina Daiş di wê deverê de kom bike û wê bişkîne.

(etilaf.org)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button