Break newsNûçeslide

Fermandeyekî Pêşmerge: %75ê Kobanî di destê hêzên kurdî de ye

Kobanî – Fermandeyekî Pêşmerge li Kobanî eşkere kir ku niha %75ê Kobanî di destê hêzên kurdî de ye û tenê %25 di destê DAIŞê de maye.
Fermandeyê Pêşmerge û endamê tîma pijîşkî ya Pêşmerge li Kobanî, Dr. Izedîn Temo ji Rûdawê re got, dema hêzên Pêşmerge nû çûbûn Kobanî tenê %25ê Kobanî di destê YPGê de mabû lê niha rewş bi temamî berovajî bûye.
Dr. Izedîn Temo da zanîn ku niha %75ê Kobanî ketiye bin kontrola hêzên kurdî û tenê %25 di destê DAIŞê de maye û wiha got: “Çekdarên DAIŞê tenê li kaşê Miştenûrê mane.”
Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, eger DAIŞ ji Miştenûrê jî were derxistin wê çaxê Kobanî bi tevahî rizgar dibe.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button