Break newsNûçeslide

HSD bargeha operasiyonên Daişê li Minbicê kontrolkir

Yekîtî Media 20/7/2016

jêderekî ji artêşa Amerîkî tekezkir ku hêzên Sûryaya Dîmokrat bargeha operasiyonên Daişê li bajarê Minbicê kontrolkirin.

Herweha Çavkaniyeke ji hundirê Minbicê ragihand ku şer û pevçûnên giran, li başûrê Minbicê diqewimin.Her li gorî ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê, hêzên wan Taxa Hezawne xistin destê xwe.

Kontrolkirina Taxa Hezawne, piştî wê yekê tê ku 50 roj di ser ragihandina Operasyona Şehîd Fêsel Ebû Leyla re derbas bûne.Di encama kontrolkirina Hezawne de, şervanên Minbic dest danîne ser gelek cebilxane, çek û teqemeniyan li vê taxê.

Li gor daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Minbic, 62 termên çekdarên DAIŞê di destê wan de ne, Herwiha li gor agahiyan ji herêmê hatine standin firokeyên şerî ên hevpeymaniya navdewletî êrişî herdu bajarokên Eltûxar û Dadat ên Minbicê kirin.Bi kontrolkirina Taxa Hezwane, şervanên Minbic nêzikî navenda bajêr dibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button