Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka: Radestkirina Gulen di şevekê de bi dawî nabe

Yekîtî Media 20/7/2016

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner ragehand ku, radestkirina Fethulah Golen dê demekê li ber xwe bide û di şevkê de bi dawî nabe.

Piştî ku, Tirkiyê bi awayeke fermî daxwaz ji Amerîkayê kir ku, encamderê kudetayê weku, ku Tirkiyê dibêje radestî wî welatî bike Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner di kongreyekî rojnamevanî de ragehand ku, ew babet niha ji aliyê wan ve tê lêkolîn kirin.

Toner dazanîn ku, radestkirina Fethulah Golen dê demekê li ber xwe bide û di şevkê de bi dawî nabe. Aşkere kir ku, welatê wî dê pêbendiyê bi veguhertina daxwazkiriyan di navbera her du welatan de bike.

Di 15ê Tîrmehê de hewla kudetayekê li Tirkiyê hate kirin, lê ew kudeta bi ser neket.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button