Break newsNûçeslide

Himêdî Deham hêzên xwe ji nava HSD dikişîne

Yekîtî Media 14/11/2016

Hevserokê Kantona Cezîrê Himêdî Diham el-Cerba wê Encûmeneke leşkerî ya Erebî ava bike û hêza xwe ji nava HSD derxîne.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Himêdî el-Cerba ligel serokeşîretên ereb û fermandarên milîşên ereb civiyaye û soz daye wan ku çekdarên xwe ji HSD vekişîne.

Bi gotina wan çavkaniyan el-Cerba red kiriye ku çekdarên wî beşdarî operasyona kontrolkirina Reqayê bibin.

El-Cerba gotiye ku ti pirsgirêka wî bi artêşa Sûriyê re û artêşa azad re nîne û ewê şerê wan neke.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button