Break newsNûçeslide

Asayişa PYD 7 endamên partiyên ENKS li Girkêlegê binçavkirin

Yekîtî Media 15/11/2016

Asayişên partiya yekîtiya dîmoqrat PYD piştî bi dawî kirina rêûresmên bixak spartina hersê pêşmergeyên roj  milazim Sîpan Yûsif Sîno,  Mewlûd  Ehmed  û Etof Tahir , dest bi hilmeta binçavkirinê kirin.

Asayişan 7 endamê partiyên encumena  niştimanî ya kurd li devera Girkêlegê binçavkirin.

Herwiha Encumena niştimanî ya Kurd li Sûriyê  ji bo binçav kirina serkird û endamên partiyên encûmenê  daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de kiryarên PYD ku lidijî mirovatiyê ye şermezar kir û doz li civaka navdewletî û partiyên Kurdistanî kir ku fişaran li PYD bikin da ku girtiyên encûmenê serbest werin berdan.

ENKS di daxuyaniya xwe de tekezkir ku ew ji kar û xebata xwe ji bo pirsgirêka Kurdî û mafê miletê Kurd venagerin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button