Break newsRagehandinslide

Hêzên Brîtanî li Sûriyê ne

Yekîtî Media 6/6/2016

Hêzên taybet ên Brîtanyayê li nava Sûriyê di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya şervanên dijbereyê dikin.

Ev yekem car e derdikeve holê ku hêzên Brîtanî li ser erdê beşdarî şerê Sûriyê dibin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Taymiz ê, hêzên taybet ên Brîtanî gelek caran ji Urdunê derbasî nava Sûriyê dibin û piştgiriya hêzeke bi navê “Artêşa Nû ya Sûriyê” (ANS) dikin.

Hêzên Brîtanî herwiha çek, teqemenî û pêwîstiyên din ên lojîstîk digihînine wê hêza dijbereya Sûriyê.

Li gorî fermandeyekî bi navê Mehmûd Salih gotî, ANS ji leşkerên berê yên rejîma Beesî pêk tê ku piştî serhildana li Sûriyê ji rêjîmê veqetiyane û niha li rojhilatê başûrê wî welatî gundê Tenf ê nêzî sînorê Iraq û Urdunê ji DAIŞê diparêzin.

Brîtanya bi vî şêweyî, piştî Rûsya û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) dibe sêyem welat ku hêzên wê yên bejayî li nava Sûriyê ne.

Hêzên bejayî û asmanî yên Rûsyayê ji meha Îlonê ve piştevaniya hikûmeta Beşar Esed dikin.

Hêzên taybet ên Amerîkî ku herî kêm ji 300 leşkerî pêk tê dawiya 2015ê ji aliyê Serok Barak Obama ve bi rola şêwirmendî û piştevaniya hêzên HSD ê li Rojavayê Kurdistanê hatibûn bicîkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button