Break newsNûçeslide

Balafirên Rûsî û Sûrî êrîşên xwe li ser Helebê çir dikin

Yekîtî Media 6/6/2016

Di berdewamiya şer û pevçûnan de li bajarê Helebê û gundewarê wê balafireke cengî nenas li başûrê gundewarê bajêr hate xwarê bêyî ku tu zanyarî li ser wê balafirê werin diyar kirin.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand, ku 50 êrîşên asmanî roja yekşemê ji hêla balafirên Rûsî û Sûrî li ser deverên di bin kontrola rikberiyê de  hatin pêk anîn.

berpirsê berevaniya sivîl li bajarê Helebê û derdora wê Bîbers Mîşêl  ji rewangehê re diyar kir, ku 32 kes bi kêmanî li wan deveran hatin kuştin û 18 kesên din jî ji taxa Elqatirî di bin malên wêran kirî de man.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button