Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Hêzeke Rûsî li devera Şehba bicih dibe
Yekîtî Media 29/8/2017
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, hêzeke Rûsî li bajrokê Til Rifatê ya li devera Şehbahê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, bicih dibe.
Bakarokê Til Rifatê ku li başûrê rojavayê Efrînê ye, di sibata sala 2016an de HSDê ji çekdarên opozîsyona Sûriyê kontrol kiriye, ji meha Hezîrana borî ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyonê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike, tê topbarankirin.