Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Hevserokê HDP Demîrtaş dikeve gireva birîçîbûnê de
Yekîtî Media 30/3/2017
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş dest bi gireva birçîbûnê dike.
Navenda Giştî ya HDPê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku, Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDPê Abdullah Zeydan li hemberî helwesta ne baş ya rêveberiya girtîgehê û ji ber ku heta niha ji bo girtiyên ku li girtîgehên din ev demek e dest bi gireva birçîbûnê kirine, ti gav nehatine avêtin dê sibe dest bi girêva birçîbûnê bikin.
Demîrtaş û Zeydan ji 4ê Çiriya Paşînê ve girtîn e, Herwiha 11 parlementerên dî yên HDPê jî di girtîgehan de ne.