Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hevpeymana Kurdistanê li Bexda

Silêmanî – Parlamenterên kurdên ku endamên Parlamentoya Iraqê ragihand ku ji bo rêkeftinek li nava wan û saziyên li Herêma Kurdistanê de pêk bê dê hevpeymana Kurdistanê ava bikin.

Parlamenterê Partiya Civaka Îslamî (komel) Zana Rostayî ji Rûdawê re ragihand ku nûnerên fraksiyonên partiyên kurdî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê mijara hevpeymana Kurdistanê bi hev re gotûbêj bikin.

Zana Rostayî diyar kir ku dê piştî civînê desteya Kurdistanê bê avakirin û wiha got: “Ji bo hevkariya di navbera parlamenterên kurdên ku endamên Parlamentoya Iraqê û saziyên li Herêma Kurdistanê de bi rêznameya navxweyî hin rêyên bên diyarkirin.”
Rostayî anî ziman ku bi vê yekê pêwendiyên parlamentrên kurdên ku li Bexdayê dê ligel parlamento, hikûmet û Serokatiya Kurdistanê çêbibe.
Ji ber ku rêkeftinek li navbera nûnerên fraksiyonên kurdî yên li Bexdayê nîne carinan nakokî dikeve di nava wan de.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button