Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Civîna DAIŞê bû armanc!

Şingal – Balafirên hevpeymaniya navdewletî li Şingalê civîna çekdarên rêxistina DAIŞê kirin armanca xwe û hejamerek zêde çekdar kuştin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Ezîz Ehmed ji Rûdawê re got ku li navenda Şingalê li Qesra Smaîl Beg nêzîkî 20 çekdarên DAIŞê di dema civînê de, bûn armanca balafirên hevpeymaniya navdewletî.
Ehmed diyar kir ku ew çekdarên bûyîn armanca balafiran her tim bi doçkayan êrişê pêşmerge dikir.
Fermandar Ehmed daxuyandin ku wan cihê civîna çekdarên rêxistinê nîşanê hêzên hevpeymeniya navdewletî kirine û got ku di encama êrişê de piraniya çekdaran hatin kuştin û yê din jîyin jî hemû birîndar bûne.
Hat zanîn ku wan çekdaran xwe amade dikirin ku êrişî pêşmerge bikin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button