Break newsNûçeslide

Hevbendiya Niştimanî: Em Pabendiya Xwe Bi Çareseriya Siyasî Ligor Daxuyaniya Jinêv Tekez Dikin

Îro roja duşembê Şandeyeke Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê çavpêketin bi hejmarek ji nûnerên Girûpa dostên Gelê Sûriyê re pêk anî, di çavpêketinê de şanda Desteyê pabendiya Hevbendiyê bi çareseriya siyasî ya li ser bingrha daxuyaniya Jinêv û biryarên yasa navdewletî û yên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar tekez kir, nemaze bi biryara 2118 ya di deqa wê de hatiye ku cêbicêkirina daxuyaniya Jinêv bi damezrandina desteyeke fermanriwiya Veguhêz destpê dike, û herwiha dest bi encamdana danustandinên rasteqîne bo lidarxistina Jinêv 3 bibe , dema ku bê xwestin ji aliyê Netewên Yekgirtî li ser heman binemayan; û ji xala ku danustandinên Jinêv 2 lê bi dawî hatibû.
Hêjayî gotinê ye ku tekezî hat kirin li ser hindê ku destbipêkirina danustandinên Jinêv xeyal e ligel berdewamiya armanckirina sivîlan bi alava kuştinê ya rêjîma Esed û herdu dagîrkerên Rûsiya û Îranê li hember Gelê Sûriyê bikar tînin.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button