Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Yûsif Mihemed êdî ne Serokê Parlamentoyê ye

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji wezîrên Tevgera Goranê re ragihandiye ku li cem wî û PDKê, Yûsif Mihemed êdî ne Serokê Parlamentoya Kurdistanê ye. Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand: “Çavkaniyeke pilebilind ji Tevgera Gorran ragihand ku, di civîna duhî ya Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrên Gorranê yên ku ji kar hatine dûrxistin, Serokwezîr bi tundî rexne li Gorranê girtiye û gotiye beriya her kesî tevgera we zilim li wezîrê xwe kir.” Herwiha Nêçîrvan Barzanî spasiya wan wezîran kiriye û ji wan re gotiye, pirsgirêka PDKê ne bi kesê we re ye, lê belê bi Tevgera Goran re ye. Barzanî ji wan wezîran re gotiye, êdî ew Yûsif Mihemed wek Serokê Parlamentoya Kurdistanê nabînin û dema serokatiya wî bi dawî hatiye. Di dawiya wê civînê de, Serokwezîr ji wezîrên Gorranê re gotiye, kursiyê xwe bi cih bihêlin vegerin Silêmaniyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button