Break newsNûçeslide

Hevbendî Digel Nûnerên Hevalên Miletê Sûrî Civiya Da Dorpêçkirina Meddaya Gotûbêj Bikin

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, tekez kir ko di heman dema Rêjîma Esed rêdana xwe ji derbaskirina alîkariyên mirovî re bo  Medaya  Gundewarê Şamê ragihand, bi berpirsyariya xwe di ber dorpêçkirina sivîlan de û birçîkirina wan heta mirinê mukur hat.
Di Hevdîtina Endamên desteya siyasî ya Hevbendiyê digel nûnerên Hevalên Miletê Sûrî îro sibehê, hemûyan dorpêçkirina bajarê Meddaya û hemû herêmên dorpêçkirî li Sûriyê pirotesto kirin.
Her wiha herdu aliyan operasiyona danûstandinan ya ko gerek dawiya vê mehê çê bibe gengeşe kirin û pêrabûnên ko wê operasiyona danûstandinan li gora wan pêk bê û giringiya peydakirina seqayên guncaw gotûbêj kirin.
Hevbendiyê tekezî li ser giringiya ku Rêjîma Esed dest bi cîbecîkirina  biryara ku Netewên Yekbûyî daye ya hejmara 2254 yekser bike, û bi taybetî benda 12 û ya 13 û êrîşên xwe li dijî sivîlan birawestîne û dorpêçê ji ser bajarên dorpêçkirî rake û bihêle alîkariyên mirovî bigihên û girtiyan berde û çarenivîsa windayan diyar bike.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button