Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

BO CARA YEKEM – Tornadoyên almanî li dijî DAIŞê firiyan

Dusseldorf (Rûdaw) – Balafirên keşfê yên Almany îro bo yekemîn car ji Tirkiyê bo esmanê Suriyê û Iraqê firiyan. Di destpêkê de dê rojane du firokên keşfê yên ji cûreyê “Tornado“ ji baregeha leşkerî ya NATOyê li Încirlikê rabin, paşê dê hejmar bê zêdekirin.

Li gor berdevkekî artêşa almanî, herdu firoke piştî 3 seetên keşfê roja înê, bêyî ti pirsgirêk, vegeriyan baregeha NATOyê ya li Încirikê. Berdevkê artêşa almanî diyar kir ku firokeyan çavdêriya wan deveran kiriye, ku hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê diyar kirine.

Ji roja sêşemê ve çar Balafirên alman yên “Tornado” li baregeha NATOyê ya li Încirlika nêzîkî Edenê hatine bicîhkirin. Du Balafirên din jî dê di nava vê mehê de ji Almanyayê bo Încirlikê bên veguhestin.
Piştî bûyerên terorî li Parîsê di nîvê Mijdara 2015ê de, li ser daxwaza hikûmeta Frensayê, hikûmeta Almanyayê biryar dabû ku bi 6 Balafirên keşfê, keştiyeke şer û firokeyeke sotemeniyê arîkariya hevpeymaniya li dijî DAIŞê bike.

 

Balafirên alman wê rasterast tevlî pevçûnan nebin, lê wê zanyariyên îstixbaratî li ser liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li Sûrî û Iraqê kom bikin û wan pêşkeşî welatên hevpeymaniya li dijî DAIŞê bikin.

 
Bi giştî heta 1200 leşkerên alman dikarin di vê peywira li dijî DAIŞê de bên bikaranîn. Ji bilî Balafirên Almanyayê, Balafirên amerîkî, brîtanî, frensî û yên hinek welatên erebî jî tevlî şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê dibin. Wekî din Balafirên rûsî jî li aliyê rejîma sûrî tevlî şerê li Sûriyê dibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button