Break newsNûçeslide

Herdû komîtén(leşkerî û réveberî) yén lévegera siyasî civata xwe lidarxistin

Yekiti media- Qamişlo
Îro roja çarşemé 25/2/2015 herdû komîtén (leşkerî û réveberî) yén ku ji aliyé lévegera siyasî ve hatibûn dest nîşankirin civata xwe ya yekemîn bi dawî kirin ku li 2 cihén cuda lihev civiyan (komîta leşkerî li nivîsgeha PDK-S , û komîta réveberî li nivîsgeha PYD ).
“mihsin tahir” endamé komîta réveberî ji malpera yekîtî mîdiya re axivî û got: me liser xala rékeftina dihoké ya derbarî réveberiyé giftûgo kirin, û lîsta kar ji vé komîté re hat danîn û emé di rojén bé de liser xalén hevpeymana civakî yan ku ji aliyé réveberiya xweserî ve hatibû ragihandin bisekinin bo guhertin yan bipéşxistina her xaleke ku péwistî bi guhertina wé hebe.
“tahir” berdewam kir û got: me wek lévegera siyasî demek destnîşankir ji 2 mehan ku ji yekemîn civata lévegeré di 5/2/2015 lidarket dest pé kiribû bo encamén civîné vé komîté tékeven ware cîbicîkiriné .
Ji aliyén xwe ve “mizgîn ehmed” endama komîta leşkerî di kongireke rojnamevanîde encamén civîné diyarkirin û awayén ku bi YPGé re giftûguyan bikin bo avakirina hézek hevbş û da xwiya kirin ku hijmarek péşinyar jî hatin péşkéş kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button