Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Fransa li dijî DAIŞê keştiya şer bikar tîne

Dusseldorf – Li gor rojnameya fransî “Le Parisien”, ji îro duşemê ve keştiya şer ya Fransayê “Charles de Gaulle” êdî tevlî şerê li hemberî rêxistina DAIŞê dibe.

Li gorî nûçeya “Le Parisien”, ku xwe dispêre agahiyên ji nava hikûmetê, îro yekemîn car firokeyên şer ji keştiya “Charles de Gaulle”, ya ku li Kendava Farsî hatiye bicihkirin, ber bi bakurê Iraqê û Başûrê Kurdistanê ve firiyane.

Wezîrê Bergiriyê yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, jî serdana leşkerên li ser keştiyê kir û diyar kir ku terorîzma cîhadî ji bo Fransayê û hemwelatiyê wê metirsiyek e û Fransa wê bi hemû hêza xwe bersivê bide.

Artêşa Fransayê ji Îlona 2014ê ve li dijî DAIŞê operasyonên hewayî li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk tîne, lê heta niha Fransayê li ser axa Sûriyê li DAIŞê nedaye. Ji bo êrişên xwe yên hewayî li dijî DAIŞê, Fransayê heta niha baregehên leşkerî yên li Urdun û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) bikar tîne.

Ji bo şerê li dijî DAIŞê, Fransayê 600 leşker, 9 firokeyên şer yên ji cûrê “Rafale” herwiha 6 firokeyên şer yên “Mirage 2000D” kiribûn dewreyê.

Li ser keştiya “Charles de Gaulle”, ya ku çekên atomî jî li ser hene, 21 firokeyên şer, çar helîkopter û herwiha firokeyeke çavdêriyê ya ji cûrê Hawkeye hene.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button