HDP û DBP ê li Amedê bi mangirtinekê rabûn
Yekîtî Media 15/5/2016
Li Amedê nûner û endamên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)’ê, Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP)’ê û Kongreya Jinên Azad (KJA) ê bi daxwiyaniyeke rojnamegerî, daxwaza rakirina parêzbendiyên parlementerên HDP’ê, zindanîkirina Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek û endamên wan û operasyonên leşkerî protesto kirin. Di daxwiyaniya li ser navê girseyê de hate belavkirin , ku hikûmeta AK Partiyê bi operasyonên leşkerî pêvajoya çareseriyê têk dibe.
Li navçeya Yenîşehîrê, îro li ber derê AZC Plazayê, hejmarek siyasetmedarên HDP’ê, DBP’ê û KJA’yê kom bûn û rûdanên li hemberî partî û rêxistinên xwe şermezar kirin. Li ser navê girseyê Rêvebirê Bajêr yê Amedê yê HDP’ê Nesîb Gultekîn daxwiyanî xwend û got; “Di nava rastiya şerê bi salan de hikûmet naxwaze bi rêyên demokratîk vê pirsê çareser bike û hergav bi hin sebeban pêvajoya agirbestê binpê dike.” Gultekîn, ragihand ku gel dixwaze xwe bi xwe birêve bibe, lêbelê li hemberî vê daxwaza demokratîk dewlet bersivên dijî demokratiyê dide.”