Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Garfir : Hevpeymana navdewletî nêzî 200 çekdarên rêxistina Daiş ê dişopîne
Yekîtî Media 17/8/2016
Berdevkê hevpeymana navdewletî Grês Garfir ragihand ku hevpeymanê nêzî 200 çekdarên rêxistina Daiş dişopîne.
Garfir diyarkir ku wan çekdaran gelek xelkên sivîl li bajarê Minbic revandin û bi tirimpêlên xwe ji bajêr reviyan û vê yekê rê neda hêzên Sûriya demoqrat ku şerê wan çekdaran bikin.
Berdevkê hevpeymanê tû zanyariyên zêde li ser wê operasiyonê neda , lê tenê diyarkir ku wan bi sedan kesên sivîl ji destê çekdarên Daiş rizgar kirine, dema ku kesin din xwe ji nav destê wan revandin.