Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Frakisyonên Kurdistanî ji civîna parlementoya Iraqê vekişiyan

 Yekîtî Media 8/8/2017

Hat ragihandin, ji ber nakokiyên li ser xalekê di biryara paşxistina hilbijartinên encûmenên parzêgehên Iraqê, nakokî kete navebera fraksiyonên Kurdistanê û firaksiyonên din yên Iraqê, ji ber wê sedemê jî, civîna parlementoya Iraqê hat paşxistin.

Parlementera Kurd Eşwaq Caf ragihand, nakokî li ser xalekê ya yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehên wek Mûsil û Kerkûkê çê bû. Loma fraksyonên Kurdistanî ji rûniştina parlementoyê vekişiyan.

Ev jî piştî wê yekê hat, ku di rûniştina îro ya parlementoya Iraqê de, hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ji bo sala bê hate paşxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button