Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Êrîşa DAIŞê li ser Kerkûkê têk dişkê

Yekîtî Media 21/10/2016

Cîgirê Rêveberê Asayişa Kerkûkê ragihand, tenê 2 cih mane ku çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartine û hemû êrîşên din hatin têkşikandin.

Emîd Azad Celal ragihand, ew kesê êrîşî Kerkûkê kirine, kesine nenas in û piraniya wan hatin kuştin, ewên mane jî xwe di nava avahiyan de veşartine.

Emîd Azad amaje kir, tenê 6 – 7 kes ji êrîşkeran mane ku li taxa Domîz di nava avahiyan de xwe veşartine.

Tê zanîn ku îro dema sibehê çekdarên Daişê êrîşeke xwekujî li navçeya Dibis li Kerkûkê kirin , di encamê de hin qurbanî ketin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button