Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Aşton Karter : Divê Tirkiyê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe

Yekîtî Media 21/10/2016

Wezîrê bervaniyê yê Amerîkayê Aşton karter got, divê Tirkiye beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê Aşton karter ji bo nirxandina mijarên ewlehî yên herêmê serdana Tirkiyê dike.

Aşton karter piştî hevdîtina bi Binalî Yildirim re bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan re civiya.

Karter di serdana xwe ya Tirkiyê de bi rayedarên tirk re mijarên ewlehî yên herêmê û pêşveçûnên dawî yên Iraq û Sûriyê û herwiha mijara krîza Başîkayê nirxand.

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê herwiha serdana Parlamentoya Tirkiyê kir û daxuyanî da û ragihand ku divê Tirkiyê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button