Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Erdogan dozên li dijî HDP ê vekirine venakişîne

Yekîtî Media 1/8/2016

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dozên li hemberî rayedar û endamên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) vekirine, venakişîne.

Piştî civîna roja 29 Tîrmehê, Erdogan ragihand ku, hemû dozên li dijî ew kesên ku bi tuhmetên sivikî yan bêrêziyê  vekirine, vedikişîne.

Parêzgerê Erdogan Huseyin Aydin ragihand ku, di yekem pêngav de dozên li hember Serokê CHP ê Kemal Kilîçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçelî vekişandine.

Huseyin Aydin ji rojnameya Hurriyetê re ragihand Erdogan zêdetirî 3 hezar doz vekirine û dê hemûyan paşve vekişîne, lê tenê dozên li dijî rayedar û endamên HDP ê betal nake.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button