Break newsNûçeslide

Con Birênan: ji bo pêvajoya siyasî li Sûrî serkeftî be divê Rûsiyayê givajê li rêjîma Sûriyê bike

Yekîtî Media 1/8/2016

Rêveberê ajansa Istixbaratên Amerîkî CIA Con Birênan ragihand ku ji bo pêvajoya siyasî li Sûrî serkeftî be  welatê wî  dozê li Rûsiya dike ku gefan li rêjîma Sûriyê bike, Birênan di kongirê Aspên yê ewlehiya salane li herêma Kolorado diyar kir ku Amerîka ji bo serkeftina pêvajoya siyasî li Sûriyê li gel Rûsiyayê hevkar e.

Di heman mijarê de berpirsên Amerîkî ragihandin ku piştî dorpêçkirina hêzên rêjîma Sûrî bi alîkariya Rûsiya ji deverên di bin kontirola rikberiyê de li parêzgeha Helebê hevrêziyê leşkerî di navbera Amerîka û Rûsiya li Sûriyê ber bi têkçûnê ve diçe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button