
Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Encûmena Asayişa Navdewletî dengdanê li ser projebiryareke Fransî dike
Yekîtî Media 18/12/2016
Encûmena Asayişa Navdewletî îro dengdanê li ser projebiryareke Fransî derbarê çavdêriya derxistina sivîlan ji deverên dorpêçkirî yên Helebê dide.
Li gor projebiryara Fransî, divê derxistina sivîlan ji deverên dorpêçkirî li ser daxwaza sivîlan bixwe be û cihê çûna wan jî li ser daxwazên wan be. Herwiha pêwîst e bêne parastin.