Break newsNûçeslide

Emerîka hevpeymanek navdewletî li dijî DAIŞ saz dike

Emerîka ragihand ku ew bi mebesta şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ, ji bo sazkirina hevpeymaneke navdewletî dixebite û bang li hevpeyman û hevkarên xwe kir piştgiriyê bidin vê hevpeymanê, lê Emerîka xwe ji ber birêkirina hêzên bejahî da aliyekî.

Wezîrê karê derve yê Emerîka John Kerrî di civînekê de ku 10 welat têde amadebûn got; Divê em wer êrişî wan bikin tae w hêja bêtir xak bi dest nexînin û em hêzên ewlekaiyê yên Êraq û hêzên cuda yên li navçeyê xurt bikin û bo şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ amade bikim lê em nepabendin bi rêkirina hêzên bejahî.

Û wiha pê de çû: Li vir xêza sor ji her kesî re eşkere ye; Na ji rêkirina hêzên bejahî re.

Bi mebesta stratejiyekê li dijî rêxistina terorê DAIŞ a beşek mezin xak çi li Sûriyê be yan Êraqê be xiste bin kontirola xwe, bête diyar kirin wezîrên berevanî û karên derve yên welatên Emerîka. Birîtanya, Firansa, Almanya, Kenada, Awistirularya, Tirkiyê, Îtlaya û Denîmark li Wêlz a lotka NATO lê birêve diçe, li aliyekî li hev civiyan û ev stratejî gotebêj kirin.

PUKmedia / Reuters

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button