Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokwezîr Barzanî: Em li bendê bûn Tirkiye zêdetir alîkariya me bike

Hewlêr – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkee kir, hêzên Pêşmerge karîne bi alîkariya balafirên şer ên Amerîkayê piraniya deverên ku ketibûn destê DAIŞê, kontrol bikin. Barzanî her wiha bi zimanekî gazinde jî got, em li bendê bûn Tirkiye zêdetir alîkariya bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel Rojnameya Mîlliyetê ya tirkî de, behsa rewşa dawî ya bereyên şer kir û ragihand, çekdarên DAIŞê ji ber bidestxistina çekên giran yên artêşa Iraqê ji Hêzên Pêşmerge bihêztir in.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, niha Pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê rêxistina DAIŞê dike û got, ew koma çekdar, metirsî ye li ser hemû welatanên cîhanê.

Serowezîr Barzanî behsa hevkariya gerîlayên PKKê û hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de jî kir û wiha got: “Gerîlayên PKKê jî hevkariya Hêzên Pêşmerge kirin.”

Barzanî derbarê rola Tirkiyeyê di vê rewşa niha de kir û wiha axivî:“Tevî ku Tirkiyeyê alîkariyên mirovî pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, lê em li hêviya hevkariyên zêdetir bûn. Helbet em ji fikarên Tirkiyeyê li hember welatiyên wê yên di destê DAIŞê jî fêm dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji wê rojnameya tirkî re ragihand ku ew bi encamên hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê dilxweş e ji ber ku namzedekî kurd (mebesta wî Selahedîn Demîrtaş e) karî %10 ji dengan bi dest bixe.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button