Break newsNûçeslide

Duwemîn Salvegera Tawana Û Hêjî Esed Nehatiye Sizakirin

Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê û di helkefta duwemîn salvegera komkujiya kîmyawî de ya rêjîma Esed li Xûta Şamê pêk anî ku têde 1507 kes bûn qurbanî û piraniya wan jin û zarok bûn; daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku bi berpirsayetî û erkên xwe di ber parastina aştî û ewlekariyê li Sûriyê rabe, û ji bona standina rêşûnên bilez bo rawestandina tawanên dijmirov û binpêkiranan û misogerkirina dadgehkirina tawanbaran.
Herwiha bêguhdariya Civaka Navdewletî pirotisto kir û xemsariya wê û reftara wê ya berdewam ya ji bona bikaranîna xwîna Sûriyan wek pelikeke danustandinê ji bona bazarên qazinc û berjewendiyan di nav dijminan de.
Daxuyaniyê dazanîn ku tawana kêmyawî tawanake ragihandî ye, herkes wirdekarî û hêmanên wê nas dikin, heger eşkere bînin yan neênin ziman, hemû dizanin ku ew alîyê tawankar her rêjîm e ku karîn û desthilat û vîna tawankariyê bo encamdana tawanê di destê wê de heye, herwiha sercem alavên berhemhênan û sazkirin û bikaranîna çekên kêmyawî yê hatî bikaranîn di encamdana vê tawanê de di dest wê heye, binav berpirsê tawanê nas dikin û herwiha navên encamderên wê yên pileberz jî nas dikin, dizanin çawa tawan hatiye kirin û paşî çawa ew çek bi bêşermî hatiye radestkirin.
Daxuyaniyê amaje kir ku duwemîn bîranîna komelkujiyê derbas dibe ku hêjî tawanbar serbest e, di dema ku kesukarên 1507 şehîdan çaverê helwestek navdewletî ne ku bigehêje asta qebarê tawankariya di derheq xweşteviyên wan de, lê çi helwestê nabînin û herwiha çi rêşûnekê nabînin ku rê bigire li pêşiya dubarekirina van tawanan.
Daxuyaniyê diyar kir ku hêjî ava serê Sûriyan dikele û mirin raserî serê wan e bi çek û bi her alavekî kuştinê yên berdest, her dest bi kêr û şûran bike û heta bigehêje mûşek û bermîlên teqîner û heta bi çekên kêmyawî jî, ku Tora Sûrî ya mafên mirov 125 binpêkirin belgekirine yên hêzên Esed ji biryara 2118 re ya Encûmena Ewlekariyê, ku ji wan 56 binpêkirin ji biryara 2209 re ye ya tawanbarkirina bikaranîna serbazî ji gaza kilorê re.
Hevbendiyê di duwemîn salvegera tawana çerxê 21 de doza yekrêziyê kir û xwe dûrkirin ji duberekî û cudabûnê kir û bi pabendiyê bi piransîpên şoreşê kir û di daxuyaniyê de hat ku xelkê Sûriyê piştî ku dana nirxên mezin ji bona bidestxistina armancên xwe û ku hêjî didin, dîtir baş têdigehin û dizanin; ku ew şerê xwe berdewam dikin tenha bitenê li ser baweriyê bi xudayê mezin û bi palpiştiya li ser zend û baskên şoreşgeran, û herwiha ku ev çend take rê û gerantî ye ji serkeftin û rizgariya Sûriyê re ji rêjîma stemkar û serokê wê tawankar û demudezgehên wê yên serkutker û herwiha ji dirustkirina sîstemek dîmokratîk re li ser binyatê firealî û dadperwerî û desthilata yasayê.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button