Break newsNûçeslide

Desteya Siyasî Plana Dî Mistora Bi Nûnerên Dewletên Hevalên Gelê Sûrî Re Gengeşe Dike

Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Îro Sêşembê digel çend nûnerên dewletên hevalên Gelê Sûrî civiya. Ji nav wan jî Emerîka, Birîtanya, Frensa, Elmanya, Tirkiyê, Kenda, Belcîka, Holenda û Ispanya, di civînê de daxuyaniya serokatiyê ya ji Netewên Yekbûyî derçûye ya danpêdan bi plana şandyarê netewên yekbûyî ji bo Sûriyê Dî Mistora kiriye hate gengeşe kirin.
Endamên desteya siyasî di civînê de pirs û têbîniyên xwe li ser plana Dîmistora kirin, ji nav wan jî awayê nûnerîtiyê û bijartina endamên komekan û giringiya ko ev nûnerîtî li gora daxwaza Gelê Sûrî be, û gotin nemumkine ko bedêlan an ravekirinên pêşinde ji daxuyaniya Cinêvê re bidin bê ko li gora tiştên ji Encûmena Ewlekariyê derketibe û tiştên ko li ser lihev kirine di Cinêva 2an de û bi taybetî qonaxa veguhêz û desteya desthilatdar ya veguhêz ev tev hatin tekez kirin.
Di evê mijarê de Nûnerên Hevbendiya Niştimanî tekez kirin ko giring e Daxuyaniya Cinêvê bi tekûzî li gora biryara Encûmena Ewlekariyê hejmara 2118 cîbicî bibe. Doz li civaka navdewletî kirin û bi taybetî dewletên endamên herdemî yên Encûmena Ewlekariyê ko rahêjin berpirsiyariyên xwe ji bo rawestandina tawankariyên rêjîma Esed û ji bo beraberiya bingehê bobelata Sûriyê bikin, û piştgiriya daxwazên Gelê Sûrî bikin ew jî ko veguhêza siyasî ya giştî misoger bibe bê hebûna Esed û çeteyên wî di qonaxa veguhêz de.  
Desteya Siyasî pêşwaziya tîma Şandyarê navdewletî Dî Mistora kiriye û ji wî li şiroveya raporta wî ya Encûmena Ewlekariyê ya roja 29 temûzê 2015an guhdarî kiriye. Û ji bo daxuyaniya serokatiya Encûmena Ewlekariyê di 17 tebaxê 2015an de û li pey wê Hevbendiyê di derbarê ramanên ko tê de hatine têbîniyên xwe gotin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button