Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Dopra dozê li Mogrînî dike ku tu têkiliyan bi Hikûmeta Îranê re çênekin

Yekîtî Media 18/4/2016

Cêrar Dopra serokê girûpa dostên Îrana Azan di Yekîtiya Oripa de nameyek ji Fêdrîka Mogrînî berpirsa siyaseta derve ya yekîtiya Oripa re şand ,Dopra di wê nameyê de dozê li Mogrînî dike ku di serdana xwe ya  Îranê de tu têkiliyan bi hikûmeta Îranê re çênekin  ta ku  sozan ji wan re misoger bikin ji bo guhertina  rewşa mafê mirovan û rawestandina bidarvekirinê û mafê jinan biparêzin ,rêxistina lêborîna navdewletî di raporeke salane derbarê bi darvekirinê  balkişandiye ku li Îranê di sala bûrî de 977 kes hatin bi darvekirin û ev hejmar rêjeya herî bilinde di tawanên bidarvekirinê ya sala 2015 .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button