Break newsNûçeslide

Desteya Bilind ya danûstandinan beşdariya xwe di danûstandinan de daleqand

Yekîtî Media 18/4/2016

Desteya Bilind bo danûstandinan ya Rikberiya Sûrî di civînekê de îro 18 nîsanê biryara daleqandina beşdariya xwe di gera nuha ya danûstandinên Cinêvê de da.

Jêderekî ji hundirê Desteyê ji Yekîtî Media re diyar kir, ku gellek têbînên wan li ser pêvajoya danûstandina hene, ji wan binpêkirina Rêjîmê ji rêkeftinên mirovî û doseya girtiyên siyasî, herweha diyar kir ku roja sibe sêşemê seet 12 bi dema Cinêvê wê deteya danûstandinan kongirekî rojnamevanî lidarxîne bo şirovekirina sedemên biryara daleqandinê ji ragihandinê û raya giştî re.

Tê zanîn ku gera sêyem ji danûstandinan berî çend rojan destpêbû piştî ku rawestiya li ser daxwaza Rêjîmê bi behaneya lidarxistina hilbijartinên Perlemantoyê.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button