Break newsNûçeslide

Dirêjkirina Karê Komîteya Serpirştyar Li Ser Damezrandina Fermandariya Leşkerî Ya Bilind

Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê di civînên desteya Giştî de yên xula xwe ya 23an ku eve du roj berdewam in, biryar da li ser dirêjkirina karê komîteya serperiştyar derbarê damezrandina fermandariya leşkerî ya bilind bo maweyê du heyvên dahatî jî.
Hêja ye gotinê ku Komîteyê di rûniştina danê sibehê de raporta xwe pêşkêş kir û têde bal kişand li ser gotubêjên xwe ligel hêzên leşkerî ku ligora salixdana endamên komîteyê “erênî û berhemdar” bûn, û herwiha gotin ku karê komîteyê mezin e û pêdiviya wî bi demeke zêdetir heye da ku nûnerên hemû hêzên leşkerî cihê xwe di fermandariya Leşkerî de bigirin.
Desteya Giştî civînên xwe didomîne û têde rewşa meydanî û hin bendên yasayî û dubare-  avakirina kevalê Hevbendiyê û mîkanizmên berferehkirina rola jinan di Hevbendiyê de û sîstema darayî û herwiha rasparte û nerînên hevdîtina Hevbendiya Niştimanî bi ENKSê re tên gengeşekirin.
Têzanîn ku Desteya Giştî duhî roja înê dest bi civînên xwe yên xula 23an kir, û di serê lîsteya karê Civînan de helbijartinên desteya serokatiyê ya xula nû heye, herwiha gengeşekirina rewşa meydanî û karvedanên rêkeftina otomî ya  Îranê li ser şoreşa Sûriyê û li ser deverê.
Ji aliyê xwe ve berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit diyar kiribû ku wê Civînên Desteya giştî sê rojan berdewam bikin, têde fayîlê Siyasî dê bête gengeşekirin, û di serî de wê pêşniyara şanderê navdewletî Stîvan Dî Mistora ya pêşkêşî Sikertêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Bankî Mon kiriye piştî bidawîkirina gotubêjên xwe yên rawêjkarî yên duqolî, û herwiha Elmislit gotibû ku desteya giştî wê li ser encamên karê komîteya serpirştyar ya damezrandina fermandariya leşkerî ya bilind raweste.
Herwiha Elmislit gotibû ku wê di Civînên desteya giştî de pêşhatên nû û hemû doseyên gerim û giring li ser astên navxweyî û herêmî bêne gengeşekirin, û di serî de babetê kargêriya sivîl û navçeya tampo li bakurê Sûriyê ya niha tirkiya kar ji bona pêkanîna wê dike, herwiha rêkar û mêkanizmên derbasbûna Hevbendiyê û Hikûmeta Demkî bo wan navçeyan ji bona pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê wan navçeyan.Jêder:Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button