Break newsNûçeslide

Desteya Siyasî Îro Dicive Ji Bona Bersivê Li Ser Pêşniyara Dî Mîstora Bide

Îro roja pênşemê bûn çar roj civînên desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî berdewam in, û di karnameya civînênan de wê îro gengeşe li ser pêşniyara şanderê navnetewî yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dîmestora  bête kirin,ya ku duhî navborî bo Encûmena Ewlekariya Navdewletî di rûniştinek taybet de derbarê Sûriyê pêşkêş kiribû.
Herwiha ji aliyê xwe ve cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pabend e bi armanc û piransîpên şoreşa sûriyê û baweriyê bi çareseriya Siyasî ligor daxuyaniya Jinêv tîne, ya tekest kiriye li ser damezrandina desteyeka Fermanrewiya Veguhêz bi tevaya desthilatan û di nav de jî desthilatên Serokomar ku ew tenê dikare êş û azarên Sûriyan bi dawî bîne û daxwazên gel dabîn bike, herwiha Hevbendî di wê baweriyê deye ku desteya fermanrewiya Veguhêz bitenê dikare terorê jinav bibe û hevsengiyê bo deverê vegerîne.Jêder:Hevbendî  

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button