Break newsNûçeslide

Di Kiryareka Terorîstî Ya Rêjîmê De 16 Sivîl Şehîd Bûn Di Mizgefta Elensarî De Li Helebê

Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit dazanîn ku komelkujiya Mizgefta Se’ed Elensarî û herwiha her tawaneka firokên rêjîmê pêk tênin yekser ji encama şikestina Civaka Navdewletî di hilgirtina kar  û erkên xwe û neserketin û xemsariya wê di sepandina navçeyek tenah de da bibe rêgir li pêş rêjîma Esed di berdewamiya kuştin û terorê de.
Ku li êvariya duhî û di kiryareka tererostî ya pir kirêt de, hilîkoptereka rêjîma Esed bermîleka teqîner avêt li ser Mizgefta Se’ed Elensarî li bajarê Helebê di dema fitarê de, ku têde xwarin li ser hejaran dihat parvekirin,  û bi egerê wê kiryara çepel û ligor tişta hatî belgekirin heta vê gavê 16 sivîl hatine şehîdkirin û bidehan kes birîndar hene.
Elmislit tekez kir ku ev tawanên rêjîmê tên di çarçoveya zincîreka êrîşên tawankarî de, bi armanca veşartina şikestinên xwe di eniyên şer de, herwiha tên di çarçoveya hewl û pilanên xwe yên tolvekirinê nemaze di armanckirina Sivîlan de, tevlî têkşikestina hemû alavên kuştin û wêrankirinê yên hovane yên rêjîm bikar tîne ji bona şikandina vîn û baweriya Sûriyan.
Herwiha Elmislit destxweşî li xweragiriya xelkên sivîl û şoreşgeran kir li hember alava kuştarên Esed, û tekez kir ku ew bi hest û nestên Sûriyan hest dikin ku vîna miletê Sûriyê yê azadîxwaz nayê şikandin û em dest ji armanc û daxwazên xwe bernadin heta bi saya xwedê bicih werin, tevlî ku em hest dikin ku Cîhan sûre li ser hiştina miletê Sûriyê bitena wî di şerekî demvekirî de li dijî rêjîmeka tawankar ya piştrast bi piştgiriya hin rêjîmên herêmê û Cîhanê yên xema xwîna miletan naxwin.Jêder:Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button