Break newsRaportslide

çalakiyên partiya yekîtî derbarî şermezarkirina zinara erebî

Yekîtî Mîdiya – Qamişlo
NA ji bo bicîkirina erebê xemir))
(Na ji kembera erabî re)
di bin van siloganan de û di 41 e mîn salvegera kempera erebî de rexistina qamişlo ya partiya yekîtî ya kurd li sûrî hin çalakî li darxistin.
ji van çalakiyan belavkirina piroşorên şermezar kirina vê pirojeyê li kolanên bajarê qamişlo û di encamê de çend ciwan ji P.Y.K.S hatin girtin ji aliyê asayişa PYD ve. .
şivan umêr yek ji girtiyan wisa ji malpera yekîtî mîdiya re axivî dema me proşer belav dikirin asayiş em veguhestîn çend navendên xwe û lêkolîn bi mere kirin û gotin ev dem ne dema van karane û hûn dibînin ku şer di navbera me û rejîmê de heye û hûn dixwazin nakokiyan di nav kurdan de û pêkhata ereb de çêkin . di heman demê de partiya navbûrî seknek li pêşiya navenda silêman adê pêk anî û gelek silogan hatin hildan bi şermezar kirina vê projîyê. .
ebdella gedo endamê komîta navêndî ya P.Y.K.S ku yek ji beşdaran bû wisa got ermanca me wek partî ewe ku em ji kesê ziyan dîtin û hemû pêkhatiyên deverê bidin xwîyanî kirin ev projeyên ku li dijî miletê kurd hatin pêk anîn bêne rakirin û li gor ku me bi hemahingiya opozisîwna sûrî me îmze kiribû rakirina van projeyan ne yasayê ye û vegerandina zeviyên welatiyan û rijdin le ser hemû mafên xwe. Piştî vê sekinê simînarek hat lidarxistin ji layê hesen salih cîgerê sekretêrê P.Y.K.S têde li ser vê projeyê bi rengekî ber fireh ji destpêka wê de û ta niha û bandora wê pirojê ya neyênî li ser xelkê herêma cizîrê û koçberiya malbatên ku derbi der bûn li hemû bajarên sûrî .
te zanên ku ev piroje di sala 1974 de ji aliyê rêjîma bass hat bi kar anîn û tê de ev xelkên ereb hatin bicîkirin di 360 gundên kurdan de. .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button