Gotar

Dergehê Sêmalka                                                                       

Adilê Avdile

Hikûmeta kurdistana başûr,dergehê sêmalka da vikirin ,li ser çemê Dicle,dinavbera hikûmeta başûr û rojavayê Kurdistanê de, ji bo pêdiviyên mirovî û pêşkêşkirina alîkariyan ,Piştî ku şoreşa sûrî destpêkir, lê li gorî rêkeftina di navbera herdû layande , ku du encûmenên kurdên sûrî hebûn di wê demê de ,encûmena niştimanî ya kurdî, û encûmena rojavayê kurdistan. Ev li hev hatin pêkhat   di bin serpiriştiya hikûmeta kurdistana başûr de ,rêveberiyek berpirsyar dergehê Sêmalka bi rêve dibir ji 20 kesan pêkdihat, her 10 kes ji encûmenekê.lê piştî çend mehan ew bûrangeh  bû dergehekî  bazirganî, û pere li ser hev kombûn,encûmena rojavayê  navê kurdistan ji ser  xwe rakir û navê xwe kir,(Rojava)û paşê kanton û h..d. û hevalên encûmena kurdî jî ji kar hatin avêtin,ew dergeh ma ji wan bi tenê re, alîkarî ji kû ve dihat destê xwe didanîn ser,çûn û hatin li gor xwestin û ne xwestina wan bû,baca bazirganiyê li ser kel û pelên jiyanê pişta feqîr û hejaran şikand, kesê bi xwesta ji welat derkeve eger wan rê nedabayê, divabû berê xwe bide Daiş, yan kuştin bi gulê tirkan li pêşya wîbû, ta gelê kurd di Kurdistana Sûrî de xweziyên xwe bi dema zemanê Beesiyan tanî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button