Gotar

Birçîkirin zor e lê divê em li ber xwe bidin

Hesen salih

Armanca recîmê ji kuştin û hêrvandina mal û avahiyan ew bû ku gel neçar bike, da ku xaka xwe berde û welat vala bibe û bi hesanî dibin destê wî de bimîne .

Ya ku bêtir rewş kambax kiriye ,berdwamkirina şer û çêbûna alozîya bi tevahî nexasim bihabûna dolar û sivik bûna perê sûrî (didest pêka şoreşê de dolar =50 l.s, niha gihaye 670 l.s) ji ber vê yekê millet roj bi roj ber bi birçîbûnê ve diçe û li derfetan di gere da berê xwe bide koçberîyê. Tiştên ku gelê me jê di tirsiya diyar bû, wek dorpêç kirin ,buhabûn , birçî kirin ,ne aramî… ev tev di bine sedem ku gel neçar bibe û welatê xwe berde. Ya herî xirab ewe ku rêcîma sûrîyayê deverê kurdî sipartin hinek ji kurda (pyd) bi rengekî eşkere û jê xwest ku kurdan kontrol bike û hemû pîlanê ne baş li ser wan bi meşîne.

Jiyana gelê kurdistana sûriyayê îro roj tev bûye derd û kul hejarî û neçarî ,lê ev gelê ku bi dihên salan serê xwe netewand dibin zordestî û projên şovînî ê ji bal rêcîmê dihatin serêwî ,û aniha jî berdemin bi destê heval bendê wî ji hinek kurd, ez bixwe dibêjim wê gelê me li berxwe bide û çendî  birçîkirin zehmet be lê xwe ragirtin û berxwedan pêwîste, nexasim ku hêviyê azadiyê û ser xwebûnê ji meve geş bûne tê gotin ku (şam şekire lê welat şêrîn tire) ez karim bêjim ku koçkirin winda kirine, ji ber ku welatên xelkê çendîî xweşbin tu carî nabin welatê me. pêwîste em xwe ragirin û kurdistana sûriyayê qet neberdin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button