Break newsNûçeslide

Derbendî: Tevî PYD bi tenê sûdê dibîne sînor vekirî maye

Yekîtî Media 28/4/2016

Berpirsê Doseya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ji serkirdê TEV-DEMê re dibêje, “Sibe ligel hemû birîndaran û ligel tîmeke rojnamevanan were ber deriyê sînorî, ez bi xwe diçim pêşwaziya te û çareseriya rewşa hemû birîndaran dikim.”

Berpirsê Doseya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ji K24ê re ragihand û got: “Deriyê sînorî Pêşabûr ku take xalê sînorî di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji 16 Çileya 2013 an de bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî vekiriye. Mebest jî ji vekirina wê deriyê sînorî jî, bo şandina alîkariyên mirovî û karên pêwîst yên gelê Kurd li Rojava bû.”

Derbendî di hevpeyvînekê de li gel qenala K24 got: “Vekirina deriyê sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Desteya Bilind ya hemû partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bû. Li gor wê rêkeftinê ku biryar bû ji herdu aliyan ENKS û PYD 25 endam rêveberiya wî derî di warê aborî, bazirganî û pêwendiyan de bikin. Lê ji roja yekem de, PYDê pirsgirêk çê kirin û qebûl nekir ku aliyê din rêveberiya wî derî bike.”

Derbendî eşkere kir jî, tevî ku PYDê bi tenê rêveberiya deriyê sînorî dike, ji ber gelek sedeman û bo alîkariya xelkên Rojava, her derî vekirî maye.

Herwiah Derbendî got: “Ew alîkariyên derbasî Rojava dibin çi ji gel û Herêma Kurdistanê, yan rêxistinên mirovî yên biyanî, PYD bi tenê destê xwe datîne ser û li gor berjewendiya xwe bikar tîne û li ser alîgirên xwe belav dike.”

Derbendî amaje bi wê yekê kir, çendîn car PYDê rêgirî li şandên partiyên din û bi taybetî şandên serkirdeyên ENKSê kirine. Li gor rêkeftinên ku bûne, diviyabû dahatûya wê xala sînorî ligel ENKSê  bihata dabeşkirin, lê ti tişt ji wê dahatûyê negihêştiye ENKSê.

Herwiha Derbendî got: “Sînor di meha Adarê de bo karên bazirganiyê hatiye girtin, girtina sînor jî bo hin mebestan e. Çendîn rêkeftin çê bûn, Hewlêr 1 û 2, Dihok û li Selahedîn bi amadebûna Leyla Zana û Osman Baydemîr, lê her ku PYDê vegerîya Rojavayê Kurdistanê, ti xalek cibicî nekir. Hemû rêkeftin jî li Herêma Kurdistanê û di bin çavdêriya Serok Barzanî encam dan.

Derbendî amaje bi daxuyaniya serkirdeyê TEV-DEMê Ebdilselam Ehmed ya “Herêma Kurdistanê alîgiriya ENKSê dike” kir û bo wê yekê got: “Ez dibêjim belê, me alîgîrî kiriye, lê me alîgîriya PYDê kiriye, ji ber ku tevî PYD ti xalek wan rêkeftinan cibicî nekiriye, lê her vekirina sînor bo berjewendiya PYDê bûye, pêwendî ligel derve di berjewndiya PYDê de bûye, rêgirtin li pêş aliyên din di berjewendiya PYDê de bûye, dahatûya deriyê sînorî di berjewendiya PYDê de bûye. Lewre ez bi Ebdilselam Ehmed re dibêjim ku em alîgirê we bûn, ne ti kesî din.”

Derbendî derbarê siyaset û kiryarên PYDê de got: “Bi yê wan be, çi destêwerdan bi karûbarê navxweyî bikin, divê em ji wan bigerin. Xwesepandina û xweferzkirina bi zorê bike, kuştin û girtina xelkên ku ne alîgirên wan bin bike, girtina navendên partiyên din bike û em ji wan bigerin. PYDê vê dixwaze.”

Derbendî got jî: “Bila PYD vegere rêkeftinên ku hatine îmzekirin û bi taybet ya Dihokê, bila bacan li xelkê ferz neke û xelkê Rojava bi azadî werin û biçin û bazirganiya xwe bikin, em ji sibe ve sînor vedikin.”

Derbendî amaje bi wê yekê kir jî, ku 3 salên dawî de 218 birîndarên PYDê li Başûrê Kurdistanê çareseriya tenduristî dîtine, 9 hezar 996 kes ji xelkê Rojava û alîgirên wan derbasî Başûrê Kurdistanê bûne wek nexweş bo wergirtina çareseriya tenduristî. Bi çi awayekî sînor li pêş birîndar û nexweşan negirtiye.

Derbendî peyamek arasteyî Ebdilselam Ehmed kir û got: “Bila Ebdilselam Ehmed sibe ligel hemû birîndaran û ligel tîmeke rojnamevanan were ber deriyê sînorî, ez bi xwe diçim pêşwaziya wî û çareseriya rewşa hemû birîndaran dikim.”

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button