Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Partiyên Bakûrê Kurdistanê bang li serok Barzanî dikin

Yekîtî Media 28/4/2016

Ji bo rawestandina şer, partiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê (Kurdistana Tirkiyê) bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku bikeve ortê û Proseya Çareseriyê di navbera PKK’ê û dewletê de dîsa destpê bike.

Şerê ku li Bakûrê Kurdistanê didome û buye sedemê kavilkirina bajaran û kuştina bi sedan mirovan di siyaseta kurd dibe sedemê lêgerînên aştiyê jî.

Ji bo rawestandina şer, partiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku bikeve dewrê û Proseya Çareseriyê di navbera PKK’ê û dewletê de careke din destpêbike.

Hefteya borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatibû Stenbolê. Barzanî li Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglo re civiyabû. Hatibû eşkerekirin ku Neçîrvan Barzanî ji rayedarên Tirkiyê re li ser rewşa dawî ya herêmê, enerjî, ewlekarî, DAIŞ û PKK’ê gotûbêj kiribûn.

Herwiha tê zanîn, ku ji bo vegera Proseya Çareseriyê hewldanên RHK’ê hene û bi pêşengtiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ew ê prose dîsa destpêbike. Herwiha tê gotin ku di demeke nêzîk de Serokê RHK’ê dê bi vê bonê serdana Tirkiyê bike.

Li aliyê din fişarên Amrîka jî ji bo rawestandina şer, li ser PKK’ê û Enqere berdewam in. Washington hefta borî ku Nûnerê Obama Mac Gurk şandibû Hewlerê, ji Barzanî daxwaza navbênkariya PKK û dewleta Tirk kiribû. Li aliyê din li gor çavkaniyên heremî, rêveberiya Qendîlê naxwaze ku vegera ser maseya aştiyê bi rêya Hewlêrê be. Qendîl dixwaze dewleteke din bibe garantorê pêvajoyeke nû.

Di heman mijarî de, Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku bo bidawîkirina şer û rewşa aloz a li Bakûrê Kurdistanê wek rêbereke kurdan rola xwe bibîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button