Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Demîrtaş: Serokomarê Tirkiyê bo deshilata xwe xwînê dirijîne

Yekîtî Media 13/7/2016

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş di civîna heftane ya koma Partiya xwe de axivî û got: Serokomarê Tirkiyê bo deshilatiya xwe xwînê dirijîne û ewê hemberî komkujî û rakirina parêzbendiyan serê xwe netewînin.

Beriya 21 rojan, Şirnex û Cizîr hatin wêrankirin. Cîhan bêdeng ma. Kesên ji bêdengiya hemberê Bosnayê hêz girtin, Şirnexê wêran kirin.

Me fermana wêrankirina bajaran ji devê Serokomar bi zindî bihîst.

Di bin navê “Têkoşîna dijî terorê” de, bi tank û topan wêrankirina bajar û navçeyan tawanê hemberê mirovahiyê ye.

Di wêrankirina bajaran de, hezar û dused sivîl hatin kuştin. Piştî operasyonan avahiyên ku ser piyan mane jî tên wêrankirin.

Di dîroka komarê de li Dêrsim, Agirî û Sêwasê heman tişt kirin.

Dê dewran vegere û xelkê ku we xaniyên wan xerakirine, dê qesrên bi ser we de hilweşîne.

Serokomar her roj dibêje heta xwîn neyê rijandin zevî nabe welat. Mirov dibê qey van xakan xwîn nedîtiye. Ev xak ji xwînê têr bûne. Xaka herî bixwîn ev der e. Ji hebûna mirovahiyê ve li vê derê xwîn tê rijandin.

Çare gotûbêj û mase ye. Bi hemû welatan re bêpîvan hun lihev hatin. Ma tu qîmeta welatiyên te nîne.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button