Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

PAK: Qasimlo di têkoşîna Pêşmergeyên qehreman de dijî

Yekîtî Media 13/7/2016

Bi helkefta salvegera şehîdkirina rêberê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Partiya Azadiya Kurdistaê (PAK) Qasimlo bibîr anî û rejîma Îranê şermezar kir.

Serkirdeyê  Kurdê ji Rojhilatê Kurdistanê û Sekreterê Gişît yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Evdilrehman Qasimlo 13ê Tîrmeha sala 1989an li bajarê Viyena ya paytexta Nimsayê bi komployeke dewleta hatibû şehîdkirin.

Bi boneya 27mîn salvegera kuştina Dr. Qasimlo PAKê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin: “Dr. Ebdulrehman Qasimlo, siyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû. Mixabin, dewleta Nemsayê, di derbarê êrişker û plangerên vê qetlîamê de tu doz venekiriye.”

PAKê amaje kir ku Îranê xwestiye bi kuştina siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê bifetisînê lê belê “ti komployan nekariye rê li ber têkoşîna azadiya gelê Kurd” bigre.

Berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Dr. Qasimlo û hemû şehîdên me, li her çar perçeyên Kurdistanê,  di  têkoşîna hemû  şervanên qehreman  û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 27emîn salvegera qetilbûna  Qasimlo û hevalên wî de em wan bi giranî bibîr tînin û bi vê helkeftê careke din jî  em rêjîma Îranê rûreş dikin.”

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button