Davutoglo: Parlamenter dê li pêş dadgehê bêne darizandin
Yekîtî Media 30/4/2016
Serokwezîrê Tirkiyê li Diyarbekirê li Bakurê Kurdistanê bajarê Mûşê dubare kir ku, dê parêzbendiya parlamenteran bê rakirin û li pêş dadgehê bên darizandin.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglo îro bi şanda pê re derbasî bakurê Kurdistanê bû û beşdarî merasîma 99’emîn salvegera rizgarbûna Mûşê ji destê Artêşa Rûsyayê bû.
Davudoglo di merasîmê de derbarê parêzbendiya parlamenteran de got, hatiye dîtin ku, kesên tev li terorê dibin xwe ji vê dûr naxin û hinek parlamenteran di nav otombêlên xwe de bo PKKê çek birine.
Davudoglo daxuyakirin, ew derbarê tu kesî de biryarê nadin, tenê pêş dadgehkirinê vedikin û kî çi tawan kiriye divê li pêş dadgehê bê sezakirin.
Davudoglo got, Parlamenterên HDP’ê di bin navê şêwermendan de êrişkar xistine Parlamentoya Tirkiyê û xwestine wê derê tevlihev bikin.