Break newsRaportslide

Çekdarên PYD ê welatiyan ji ser riya Qamişlo-Dêrikê direvînin

Yekîtî Media 12/7/2016

Hêzên dij terorê HAT yên girêdayî partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYD ê ku rûnixumandî ne xelkê ji ser riya sereke ya Qamişlo-Dêrik direvînin.

Ev hêzaya di rengê girûpek çekdar rûnixumandî derdikeve ser rê û welatiyan binçavdike û wan vediguhêze bo cihekî taybet ku li wir toşî lêdan û lêpirsînê tên.

Xelîl Bavê Ezîz welatiyeke ji gundê Gir Ziyaratê Abasa hat revandin ji rex vê hêzê şeva 30/6/2016 li mefreqa gundê Mistefawiyê û toşî işkence û lêpirsînê hat, û piştî çend demjimêran ew avîtin ser riya Girkê Selma li gundewarê Dêrikê.

Ev rûdanên weha li gelek bajarên Kurdistana Sûriyê dubare dibin, berî niha jî nûçegihanê Yekîtî Media li Dirbêsiyê hat revandin, û herweha serokê xwecihiya ENKS ê li Amûdê Yûnis Es’ed.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button