Break newsRaportslide

Li Hesekê PYD xwediyên mîkrobasan mecbûr dike beşdarî çalakiyên wî bibe

Yekîtî Media 12/7/2016

Li bajarê Hesekê partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYD xwediyê mîkrobasan mecbûr dike ku beşdariyê di çalakiyên wî de bikin, û tevlî merasîmên cenazetên şervanên wan bibin, û ev yek bi zorê li ser wan sepandiye.

M.R ku xwediyê mîkrobasekê ye li Hesekê ji Yekîtî Media re eşkere kir, ku her helkeftinek PYD çêdibe an di merasîmên cenazetan de, rêveberê Keracê yê girêdayî PYD beşdarbûn bizorê li ser wan disepênê bê beramber û di bin gefa berdana wan ji Keracê û rawestandina wan ji kar.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button