Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Çawîşoglo: Em ji Amerîka dilgiran in ku piştevaniya PYDê dike
Yekîtî Media 15/1/2017
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglo nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniya rayedarên Amerîka nîşan da, ku gotibûn, divê PYD jî beşdarî gotûbêjên Astana bike. Çawîşoglo got, ew dilgiran in ku hevalbendeke wan piştevaniya rêxistinên terorê dike.
Biryar e di 23 vê mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazaxistanê bên lidarxistin.