Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Sînorên nû bi xwînê tên xêzkirin

Hewlêr – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, sînorên ku rêkeftina Sykes Picot xêz kirine ne sînorên resen in û niha sînorên nû li navçeyê bi xwînê tên xêzkirin.

Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Elheyat a londonî de ragihand: “Sînorên ku rêkeftina Sykes Picot xêz kirine ne sînorên resen in û niha sînorên nû li navçeyê bi xwînê di navbera welatan yan di hindurê welatan de tên xêzkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike ku, pêwîstiya Iraqê bi awayekî din heye eger bixwaze yegirtî bimîne.

Barzanî Diyar jî kir ku, erebên Sunne mezheb li Iraqê ziyaneke mezin dîtine di vî şerê li dijî DAIŞê de, ji ber ku şer di navçeya wan de ye, bi vê yekê jî gelek gund û bajarên wan wêran bûne.

Herwiha Barzanî behsa DAIŞê dike ku hêza wê rêxistinê di otomobîlên bombekirî, bombeyên vedayî, nîşançî û dîqeta bikaranîna topxaneyan de ye, ji ber gelek pisporên leşkerî ji seranserî dinyayê tevlî wê rêxistinê bûne.

Mesûd Barzanî herwiha aşkere dike ku gelek çekên artêşa Iraq û Sûriyê ketine destê DAIŞê tevî ku dest daniye ser nêzîkî 1700 hemerên amerîkî.

Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ser çekên ku gihiştine destê Pêşmerge û diyar dike ku çekên herî baş ku gihiştine, reşaşên fransî û rokêtên mîlan yên Almanî ne.

Barzanî rêxistina DAIŞê wek encama tundrewiya olî û tundrewiya neteweyî dide zanîn û dibêje, ji bo kurdan şerefeke mezin e ku DAIŞê di meydanê de şikandin. Herwiha tekez dike ku ne DAIŞ û ne jî yên mezintir nikarin îradeya gelê Kurd bişkînin.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike ku Hêzên Pêşmerge nêzîkî 17 hezar km çargoşe ji destê DAIŞê derxistine û dibêje, eger çekên giran yên pêşketî bikevin destê Pêşmerge ewê şerê leşkerî di zûtirîn dem de bi dawî bikin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button